Artêşa Îsraîlê îro Sêşemê ragihand ku leşkerekî 19 salî di êrîşa Hamasê ya 7ê Cotmehê de ku hatbû revandin hatiye kuştin.
Rojnameya Times of Israel got ku artêşê ragihandiye ku Itay Chen di 7ê Cotmehê de hatiye kuştin û Hamasê termê wî revandîye Kerta Gazayê.
Malpera "Israel National News" amaje bi wê yekê kir ku Chen li baregeha Nahal Oz ya li derdora Kerta Gazayê xizmet dikir, di êrîşa Hamasê de hat kuştin.
Malperê amaje bi wê yekê jî kir, ku Chen roja êrîşê saet di 6:30'ê sibehê de telefona malbata xwe kiriye û beriya ku telefon were qutkirin, wî agihdarî daye ku "şer qewimî ye".
Di platforma X'ê de xanim Yuna Leibzon derbarê daxuyaniya artêşa Îsraîlê û Wezareta Berevanyê peyamekê diweşîne.
Du rojan piştî ku ew windabû, ji malbata wî re hat ragihandin ku ew û tevî hevalên wî ji aliyê Hamasê ve hatine revandin û birine Gazayê, lê ji wan re nehat gotin ku ew bi saxî hatiye revandin yan na!
Malbata wî di hefteya yekê ya şer de bi serokê Amerîka Joe Biden re hevdîtin kir, ji ber ku wî nasnameya hemwelatîya Amerîkî jî heye.
Di xwepêşandanên jibo serbest berdana dîlên di dest Hamasê de malbata wî jî beşdarî xwenîşandanên li lsraîl bû ku daxwaz ji hikûmetê kir da ku ji bo vegerandina dîlan bixebite.
Xizmên dîlên Îsraîlî li dijî hikûmetê meşên protestoyî çê dikin û daxwaza vegerandina zarokên xwe dikin.
Bavê Chen xwenîşandanek li Tel Avîvê ji bo daxwaza vegerandina kesên revandî birêve dibe.
Rojnameya Times of Israel got ku malbata Chen heya cenazeyê wî ji Gazayê neyê vegerandin dê merasîma cenaze encam nedin.
Rojname dide zanîn ku ragihandina artêşa Îsraîlî li ser bingehê dîdevan û agahiyên nû yên îstixbaratî ye.
Li gorî wê ragihandinê, weke nûçegihanê kenalê El-Hurra yê Amerîkî ku bi zimanê Erebî weşanê dike radigihîne ku hejmara kuştiyên artêşa Îsraîlê ji 7'ê Cotmehê û vir ve gihiştîye 589 efser û leşkeran.
Ji hejî bîrxistinê ye ku Îsraîlê operasyon li dij Gazayê encam dan, piştî ku Hamasê di 7ê cotmehê de êrîşeke ji nişka ve biribû ser Îsraîlê ku di encamê de zêdetirî 1200 Îsraîlî û biyanî hatin kuştin û zêdetirî 240 kes jî di nav de zarok jin dîl girtin û bi xwe re birin.