Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtalya Dibêje ji Serê Salê Heta Niha Pirtir ji 100 Hezar Koçber Hatine Welêt


Îtalya ragihandku ji serê salê vir ve pirtir ji 100 hezar koçber derbazî welêt bûne.

Wezareta Navxweyî ya Îtalya dide zanîn ku hejmara koçberên ku ji serê salê heta 16’ê Tebaxê derbazî welêt bûne 101,386 e.

Serokwezîra Îtalya Gieorgia Meloni par piştî dest bi erka xwe kribû soz dabû ku ewê bi awayekî xurt ser mijara koçberan bisekine, lê hewildana wî rê li ber pêla koçberîyê negirt.

Ji serê sala 2022yan heta dawîya havînê nîvê hejmara koçberên îsal hatibû tomar kirin û sala 2021’ê jî ew hejmar 34,556 bû.

Koçberên têne Îtalya pirtir ji Gîne, Misir û Tunusê ne.

Meloni bo rê li ber hatina koçberên Tunusî bigire ji Yekîtîya Ewrupa (YE) alîkarî jî sîtand û xwest bi wî welatî re peymanekê jî îmza bike lê wê nikaribû rê li ber pêla koçberîyê bigirta.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dide zanîn ku îsal 2175 dema xwestine bi rêka derya bigihijin Ewrupa canên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG