Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport Dibêjin Îzzet Durî Hat Kuştin


Îzzet Îbrahîm Durî
Îzzet Îbrahîm Durî

Karbidestên Îraqî dibêjin, Îzzet Îbrahîm Durî, yek ji kesên herî nêzîkî rêberê berê Saddam Hseyîn di operasyoneke leşkerî de hate kuştin.

Televîzyona Al-Arabiya ji zarê parêzgerê Salahaddin raigand ku Durî mejîyê gruba tundrê Dewleta Îslamî bû û kuştina wî darbeyeke mezin e ji wê komê re.

Durî di lîsta Amerîkî ya kesên herî pir daxwazkirî de cîh digirt û tê bawer kirin ku wî pêşengîya êrîşên dijî hikûmeta piranî Şîa rêve dibir.

Di fotoyekê de ku di medya civakî de tê gerandin, termê zilamekî por sor heye ku birastî dişibe Durî.

Raportên medyayî dibêjin, karbidestên Îraqî wê testa DNA bikin ku nasnameya Durî piştrast bikin.

XS
SM
MD
LG