Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Runak Resulpur: Xewna Min e ku Welatekî Min Hebe û Tê de Azad Bijîm


Runak Resulpur
Runak Resulpur

Hunermenda Kurd Runak Resulpur ji destpêka xwepêşandanên li dijî rêjîma Islamî ya Îranê, bû beşek ji tevegera hunerî ji bo piştgirtina xwepêşanderan û berzkirina deng û rengên wan li cîhanê.

Runak, di bin silogana" Jin, Jîyan, Azadî" de postereke hunerî yê Jîna Amîn çêkir û parve kir.

Li gor nerîn û boçûna wê, huner deng û rengê xelkê ye û divê ku rola xwe di nav bûyeran de bigire û bê deng nemîne.

Ew û hevjînê wê hunermend Seywan Saedian, nerazîbûna xwe di derbarê êrîş û gefên rêjîma Îranê li dijî xwepêşanderên Kurd û Îranîyan dîyar kirin û herwiha porên xwe birîn û peyama xwe li ser tora medya civakî belav kirin.

Bi salan e ku Runak xebata xwe ya hunerî jibo doza Kurdî û pirsgirêkên mafên mirov û yên jinan li Kurdistan û cîhanê terxandîye. Ew bawer dike ku karvedana hunerê ji her xebateke din zêdetir e û dikare bi hêsanî peyama xwe bighîne her deverekê.

Runak ji bajarê Mehabadê ye û niha tevî malbata xwe li Swêdê dijî. Ew derçûya beşa hunera seramîkê ye ji Peymangeha Hunera Ciwan li Silêmanîyê û beşa grafîkê ye ji Zanîngeha Urmîyê ye.

Wê bi dehan wêne û dîzayna pirtûkên zarokan bi zimanê Kurdî û poster û bergên pirtûkan çêkirine.

Ew dibêje ku pirsgirêka serekî ji hunermendên Kurd re ew e ku bê welat in û nikarin bi azadî berheman biafirînin loma jî herdem xebat û berhmên wan tên wenda kirin.

Deng û Reng-Runak Resulpur-11-28-2022-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:00 0:00
XS
SM
MD
LG