Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Navê “Jîyan” Qedexe Hat Ditin


Tora Perwerdeya Înformatîk (EBA) ku ji alîyê Wezareta Perwerde ya Tirkîyê ve hatiye ava kirin, li Wanê navê şagirta "Jîyan" jiber ku Kurdî ye, qebûl nekir.

Mamosteya ku nexwest navê wê eşkere bibe, dema agahî û palansazîya şagirta xwe Jîyanê bi rêya înternetê li ser platforma EBA'yê bar dike, bersîva “Di nivîsa we de peyîvên neguncaw û qedexekirî hene" distîne.

Daxuyanîya Şaxa Egîtîm-Senê ya Wanê
Daxuyanîya Şaxa Egîtîm-Senê ya Wanê

Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistî (Egitim-Sen) yê Wanê Murat Atabay bûyer pişt rast kir û got ku sîstema EBA jiber navê Jiyanê Kurdîye daxwaza mamostayê nepejiradiye.

"Ji damêzirandina Komara Tirkîyê heya niha dewlet hember zimanê Kurdî asîmîlasyon pêk tîne. Çawa navên Kurdî û sitranên Kurdî di salên borî de qedexe bûn, îro jî pêyva Jîyanê wek 'qedexekirî' hat dêtin. Em vê yekê qebûl nakin."

Hevserok Atabay di berdevamîya axaftina xwe de got ku ewê li hember neqebûlkirina zimanê Kurdî berxwe bidin û şopdarê vê bûyerê bin.

Hêjayî gotinê ye ku bi sedema belavbûna vîrusa korona li tevahîya Tirkîyê dibistan hatine girtin. Jibo ku xwendekar li malên xwe bi rêya înternet û televîzyonê perwerde bistînin, ji alîyê Wezareta Perwerdeyê ve sîstema EBA hat damêzrandin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:00 0:00


XS
SM
MD
LG