Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Ser Vekişîn Îranê ji Peymana Navokî Xembarîya Xwe Dîyar Dike


Josep Borrell

Berpirsê sîyaseta derve yê Yekîtîya Ewrupa Josep Borrell îro Duşemê xembarîya xwe ser biryara Îranê ya vekişîna ji cîhanîna sozên xwe yên peymana navokî ya 2015’an dîyar kir.

Borrell di twîtekê de got ku Yekîtîya Ewrupa wê êdî xwe bisipêre nirxandinên Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) piştî ku Îranê roja Yekşemê gotibû ku ewê nema bi sînorkirina dewlemendkirina uranyume pêbend be.

“Bi giştî cîhanîna Peymana Navokî, di vê demê de bo îtiqrara herêmî û ewlehîya gerdûnî ji hemî demên berê girîntir e,” Borrell got.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG