Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatora Amerîkî Joni Ernst: Biryara Çekdayîna YPG’ê Gaveke Pir Girîng E


Senatora Amerîkî Joni Ernst got ku biryara Serok Trump ya çekdayîna YPG’ê gaveke pir erênî û girîng e.

Ernst ku li Îraqê leşkerî kiribû, ji mêjve daxwaza çekşandina Kurdan li Îraq û Sûrîyê dikir.

“Kurd bi awayekî xurt dijî DAIŞ’ê şer dikin û çima em çek nedin wan? Ew bi awayekî baş ligel hêzên Amerîkî kar dikin û tiştê rast ev e ku Kurd bêne çek kirin. Ez pir şabûm ku Serok Trump piştgirîya Kurdan dike.”

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ku YPG beşa herî bi bandor pêk tîne, operasyoneke berfireh didomîne ku navenda Reqa ji DAIŞ’ê azad bike, lê Tirkîyê ji piştgirîya Amerîka ya ji YPG re nerazî ye.

“Bi nêrîna min, rizgakirina Reqa bê şervanên Kurd yên li hindurê Sûrîyê ne pêkan e. Ku em ligel hêzên herêmî hevkarî bikin, hîngê pêdivî bi hindiktir leşkerên Amerîkî li erdê dibe û tiştê ku em dixwazin jî ev e.”

XS
SM
MD
LG