Komîteya Dadwerî ya Civata Senatoran ya Amerîkî îro biryar da ku erêkirina berbijarîya Brett Kavanaugh ji Dadgeha Bilind ya Amerîkî, bo hefteyeke paş bixe.
Biryara paşxistina dengdana erêkirinê li Civata Senatoran li ser daxwaza Senatorê Komarî yê eyaleta Arîzona Jeff Flake hate standin ku Buroya Vekolînê ya Federal (FBI) vekolîna îdiayên destdirêjîy seksî ya hember Kavanaugh bike.
Di Komîteya Dadwerî de 21 senator cîh digirin û 11 ji wan Komarî, 10 jî Demokrat in.
Hêjayî balkişandinê ye ku dadwerên Dadgeha Bilind ya Amerkî heta mirinê li ser karê xwe dimînin, loma jî ew post gelek girîng e.
Taybetî piştî ku profesorê zanîngehê Christine Blasey Ford îdia kiribû ku Kavanaugh destdirêjîya seksî li hember wê kiribû, nerazîbûnên mezin li nav bîragiştî ya Amerîka derketibûn.