Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Wê Lêgerînê li Konsulxaneya Erebistana Saudî Bike


Wezareta Derve ya Tirkîyê îro Seşemê ragihand ku karbidestên ewlekarîyê, wek beşeke lêpirsîna rojnamevanê hindabûyî Cemal Xaşikcî, dê lêgerînê li Konsulxaneya Erebistana Saudî ya li Stenbolê bikin.

Wezareta Derve di daxuyanîyeke nivîskî de got ku karbidestên Saudî Enqere agahdar kir ku ew ji “hevkarîyê re vekirî” ne û ewê bihêlin ku lêgerîn li avahîya konsulxane were kirin.

Daxuyanîya wezaretê zelal nekir ku lêgerîn wê kengî pêk were.

Rojnamevanê rikeber yê Saudî, Xaşikcî berî hefteyekê hinda bûbû, piştî ku wî jibo tomarkirina zewaca xwe çûbî konsulxaneya Saudî ya li Stenbolê.

Karbidestên Tirk îdia kiribûn ku Xaşikcî li hindurê konsulxanê hatibû kuştin, lê yên Saudî jî gotibû ku ew bi silametî ji konsulxanê derketibû.

XS
SM
MD
LG