Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka, Heather Nauert ragihand ku nûnerê taybet yê bo Koreya Bakur, Joseph Yun vê heftê dest ji karê xwe ber dide.
Nauert îro Sêşemê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand Yun jiber sedemên şexsî karkenar dibe û Wezîrê Derve Rex Tillerson jî bi neçarî biryara wî qebûl kiriye.
Yun, ku di heman demê cîgirê wezîrê derve yê ji Kore û Japonya berpirs e, roja Pêncşemê ji medya re piştrast kribû ew karê xwe dihêle.
Yun dîplomatekî derîn e û ji 32 salan vir ve di wezaretê de dixebite. Ew di Cotmeha 2016’an de, ji alîyê serokê hîngê Barack Obama ve wek nûnerê taybet yê Koreya Bakur hatibû destnîşan kirin.