Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Împeratorê Japonya Û Xanima Wî Serdana Vietnam'ê Dikin


Împîratorê Japoniya Akihito û xanima wî Michiko
Împîratorê Japoniya Akihito û xanima wî Michiko

Ji Hanoi paytexta Vietnam'ê hat ragihandin ku Împeratorê Japonya Akihito û xanima wî Michiko bi seredanekê gihan wî welatî.

Hatsuhisa Takashima peyvdarê Împerator yê mediyayê da zanîn ku, ewê di vê geşta xwe de serdana wan jinan bikin yên ku di dema şerê cîhanî yê duyan de ji aliyê leşkerên Japonî ve hatbûn marekirin û ji mêrên wan yên Japonî hatbûn dûrxistin.

Hatîye zanîn ku16 jinên Vietnamî yên wî serdemî di jiyanê de mane, Împerator Akihito û xanîma wî sibe roja Pêncşemê dê wan û zarokên wan bibînin.

600 heta 800 leşkerên Japonî di dema şerê cîhanî y ê duyan de, yên li bingeha rahênanan li Ho Chi Minh's Viet Minh diman, lê piştî Japonya xwe radestî hêzên hevpamanan kir, di sala 1945ê, wan leşkeran jinên Vietnam'î hebûn, ew neçar kirin ku jin û zarokên xwe li Vietnam'ê bihêlin û biçin welatê Xwe Japoniya.

Jin û Malbatên wan leşkerên Japonî yên li Vietnam'ê mabûn rastî gelek derdeserî û hejariyê hat bûn û rewşa wan ya abûrî pir xerab bû.

Serdana Akihito û xanima wî ya Vietnam'ê weke serdanek dîrokî tê dîtin.

XS
SM
MD
LG