Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jesse Jackson Koça Dawî Dike û Trump Pesna Wî Dide

Berevenkarê Tevgera Mafên Sivîl Jesse Jackson.
Berevenkarê Tevgera Mafên Sivîl Jesse Jackson.

Rêberê mafên sivîl û rahênerê navdar ê Amerîkî, Reverend Jesse Jackson, di temenê 84 salî de koça dawî kir. Jackson yek ji kesayetîyên herî navdar ên tevgera mafên reşan li Amerîkayê bû û bi damezrandina tefgera Rainbow Coalition û bernameyên xwe yên civakî di siyaseta Amerîkî de bandoreke mezin hîşt.

Serokê Amerîka Donald Trump, di peyamekê de li ser platforma Truth Social koça Jackson ragihand û got: “Reverend Jesse Jackson di 84 saliya xwe de koça dawî kir. Min ew baş nas dikir, berî ku bibim Serok. Ew mirovek baş bû, ew xwedî kesayetiyek xurt û jîr bû .”

Trump di peyama xwe de diyar kir ku wî ji bo Jackson û tevgera civakî "Rainbow Coalition" ofîsek li avahîya Trump li kolana 40 Wall Street peyda kir, piştgirî da reforma dadwerîya civakî û alîkarîya fonên demdirêj ji bo Zanîngehên Dîrokî yên Reşan (HBCUs) ku Jackson hewadarê wan bû.

Serok Trump herwiha got ku Jackson “hêzeke taybet bû ku wek hindik kesên din berê wî hatibûn” û wî gelek hez ji malbata xwe dikir.

Trump di dawiyê de ji bo malbata Jackson sersaxî xwest û got “Ewê Jesse neyê jibîrkirin.”
Jesse Jackson di dîroka siyasî û civakî ya Amerîkayê de wek yek ji dengên herî girîng ên mafên sivîl tê naskirin û bîranîn.

Jesse Jackson weke siaysîyek û pêşengekî tevgera mafên mirovan û mafê reşan di sala 1984ê kete di kempeyna hilbijartina serokatîyê de.

Senatorê naskirî Lindsey Graham di platforma Xê de ser mirina Jackson peyamek weşand û got "Mixabin min nûçeya koça dawî ya Jesse Jackson, xelkê Karolînaya Başûr, bihîst. Ew kesayetiyeke mezin bû ku bi dilgermî ji bo armancên xwe hewl dida, her tim hewl dida ku Amerîka li gorî hêz û nirxên xwe be. Ew bi jiyanek dirêj û bi bandor jiya, û malbat û hevalên wî dê bêriya wî bikin," û nayê jibîr kirin.

Malbata Jesse Jackson îro Sêşemê 17ê Sibatê ragihand ku Jackson di temenê 84 salîyê de koça dawî kir û xatir ji kesûkar û hezkirîyên xwe xwest.

XS
SM
MD
LG