Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jacob Zuma: Qezafî Plana Agirbestê Pejirand


Serokên Efrîqaya Başûr, Morîtanya, Malî û Kongo li Trablusê ne.
Serokên Efrîqaya Başûr, Morîtanya, Malî û Kongo li Trablusê ne.

Serokê Efrîqaya Başûr Jacob Zuma ku ligel şandeya Yekîtîya Efrîqî li Lîbya ye dibêje, Muamer Qezafî nexşerêya wan ya agirbestê pejirandiye.

Karbidestên Yekîtîya Efrîqî dibêjin, pêşnîyar daxwaza agirbesta demûdest ya navbêra serhildayan û hikûmetê, parastina bîyanîyên li wî welatî û her wiha, helêna alîkarîya mirovahîyê bo sîvîlan dike.

Birêz Zuma got, şandeya Yekîtîya Efrîqî roja Duşemê dê serêdana bajarê Bîngazîyê bike, da ku pêşnîyara xwe ya agirbestê raberî serhildayan bike. Rêberên serhildayan ragihandibûn ku ew dê tiştekî kêmî çûyîna Qezafî qebûl nekin, lê karbidestên Lîbyayî dibêjin Qezafî dê li ser desthilatê bimîne.

Rêberê Efrîqaya Başûrî her wiha bang li NATO'yê kir ku derfetet bide agirbestê û êrîşên xwe yên esmanî rawestîne.

Birêz Zuma û serokên Morîtanya, Malî û Kongo do Yekşemê bi çend demjimêran ligel birêz Qezafî hevdîtin pêk anîn.

Li alîyê din, êrîşên esmanî yên NATO'yê hêzên dilsozî Qezafî neçar kirin ku ji bajarê Ajdabîya derkevin û tê ragihandin bajar ketiye bin kontrola serhildayan.

Her wiha berdevkê serhildayên Lîbyayî Hamîd Hassy ji ajansa nûçeyên Associated Press re got, topbaran kirinên giran ya ser bi Ajdabîya rawestîyan, piştî êrîşên esmanî yên NATO'yê

XS
SM
MD
LG