Dadgeha Şoreşê ya Tehranê biryara li dijî derhênerê navdar ê Îranî, Ce'fer Penahî, bi tevahî pejirand.
Li gorî biryarê, Penahî bi yek sal zîndanê û du salên qedexeya sefera derveyî welat hate cezakirin.
Parêzerê Penahî, Mistefa Nîlî, roja Yekşemê ragihand ku Penahî bi sûcê "belavkirina propagandayê li dijî Komara Îslamî ya Îranê" hate cezakirin. Her wiha, ji beşdarbûna kom û rêxistinên siyasî û civakî jî hate qedexekirin.
Li gorî dadgehê, behaneyên cezakirinê piştgirîkirina protestoyên dijî hikûmetê, piştgirîkirina tevgera “Jin, Jiyan, Azadî”, piştgirîkirina girtîyên siyasî û çêkirina fîlmên ku rexne li desthilatdarîyê dikin, bûn.
Biryara destpêkê di demekê de hatibû dayîn ku Penahî li derveyî welêt bû û helmeta filmê xwe yê bi navê "Bûyerek Sade - A Simple Accident" dimeşand. Filma wî xelata Palma Zêrîn ku xelata herî bilind a Festîvala Filman a Kan "Cannes Film Festival" ye, bidest xist.
Penahî di sala 2015'an de jî beşdarî festîvala Berlinale ya Filman kirbû bi filma xwe ya Teksî xelata "Hirça Zêrîn" bidest xistbû, lê nikarîbû di merasîma xelatê de amade bibe ji ber ku rejîma Îranê qedexeya sefera ji derveyî welat li ser wî feriz kirbû.
Tevî vê biryarê, Penahî piştî beşdarbûna merasîma 'Oscara'ê di 30'ê Adarê de vegeriya Îranê.
Parêzerê wî got ku biryar dikare di nav 20 rojan de li Dadgeha Temyîzê were gilîkirin.