Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hemîd Hac Derwîş: Rola Mam Celal di Dîroka Kurdan de Pir Mezin Bû


Sîyasetvanê Kurd û serokomarê berê yê Îraqê Celal Talabanî li bajarê Berlînê li Almanya di jiyê 84 saliyê de koça dawî kir.

Celala Talabanî yê weke Mam Celal di nava Kurdan de tê naskirin, di temênê 84 salî de, koça dawî kir piştî demek dirêj ji nexweşiyê.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi sekiretêrê Partî Demokratî Pêşverûya Kurdî li Sûriye birêz Hemîd Hac Derwîş re kir, di derbarî Mam Celal û rola wî di Kurdistanê û herêmê de û bandora wî li ser tevgera siyasî ya kurdên Sûriye.

Birêz Hemîd anî ziman ku, Mam Celal kesyatiyek taybet bû bi zanebûna xwe ya siyasî û dilsoziya xwe ji doza gelê kurd re.

Herwiha, birêz Hemîd di derbarî rola Mam Celal di siyaseta Rojhilata Navîn de, got:" Mam Celel zana bû û karîbû danûstendinê bi her kesekî re bike, wî Iraq parast û demokratî li wi bicî kir."

Di dawiyê de birêz Hemîd got ku, wê şûna Mam Celal vala bimîne û mirina wî jidestaneke mezin e ji gelê Kurd û yê Îraqê re.

Hevpeyvîna Hemîd Hac Derwîs- 10-3-2017-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:14 0:00

XS
SM
MD
LG