Lînkên eksesibilîtî

Trump Serokê FBI'yê James Comey Qewitand


James Comey

Serokê Amerîka Donald Trump, Serokê Buroya Vekolînê ya Federalî (FBI) James Comey qewitand.

Trump bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku qewitandina Comey jibo FBI’yê ‘’destpêkeke nû’’ ye. Qesra Sipî dide zanîn ku ewê lêgerîna serokekî nû bo FBI’yê demûdest destpê bike.

Trump dîyar kir ku bi pêşnîyaza Wezîrê Dadê Jeff Sessions û alîkarê wî Rod Rosenstein, Comey qewitandîye.

Comey, hefteya borî di vekolîna Komîsyona Îstixbaratê ya Senato ya ser Rûsya îfade dabû. Komîsyon îdiayên ku dibêjin tilîya Rûsya di hilbijartina 2016’an de heye û peywendîyek di navbera Moskow û Trump de çêbûye vedikole.

Comey, di mehên dawî de wek serokê FBI’yê wer bi nîqaşan di medya de derdiket. Havîna borî, jiber skandaleke e-name berbijêrê demokratan Hillary Clinton hatibû tawanbar kirin û Comey 11 roj berî hilbijartinê ragihandibû ku derbarê Clinton hin belgeyên nû hene ku dibe ku vekolînek ser vebe. Demokrat dibêjin ku jiber van gotinên Comey, Clinton di hilbijartinê de bi ser neketîye.

Di rûniştina Komîsyona Îstixbaratê ya Senato de, dijî sûcdarkirinan Comey xwe parast û got ku bi biryara vekolîna e-nameyên Hillary Clinton ti bandor ser hilbijartinê çênebûye ku biryareke rast daye.

Komîsyonê, îdiayên ser tilîya Rûsya ya di hilbijartinan de jî ji Comey pirsîn, lê ew ser peywendîya Rûsya-Trump ya gumankirî neaxifî.

Comey piştrast kiribû ku FBI’yê ser îdiayên hevkarîya Rûsya û Trump vekolîn dabû destpê kirin.

XS
SM
MD
LG