Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jan Dost: Partîyên Kurdî li Sûrîyê ji Dersên Berê Fêr Nebûne


Jan Dost
Jan Dost
Di demekê de ku salvegera serhildana Sûrîyê nêzîk dibe, tundûtûjî û herikîna xwînê li wî welatî berdewam in.

Nivîskar û helbestvan Jan Dost dibêje ku eger dewletên herêmê û dewletên bihêz li hev nekin jibo sekinandina kanîya xwînê, êş û zehmetîya gelê Sûrîyê dê demekê dirêj berdewam bin.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Jan Dost çewanîya birêvebirina deverên Kurdî ji layê partîyên Kurdî ve rexne kir.

Birêz Jan Dost dibêje, “partîyên Kurdî li Sûrîyê qed ji dersên berê fêr nebûne, hikûmranîya wan hikûmranîyeke hîn jî mora dîktatorîyetê li ser e. Heta doh û pêr, xort û ciwan û çalakvanên şoreşa Sûrîyê yên Kurd hatine revandin.”

Derbarê alîkarîya Kurdên parçeyên din bo gelê Kurd li Sûrîyê, birêz Jan Dost dibêje, Kurdên beşên din bi erkê xwe yê neteweyî radibin jibo alîkarîkirina gelê Kurd li Sûrîyê û “mala wan ava be.”

Lê belê birêz Jan Dost got ku baştir e “eger mora neteweperestî nedin van alîkarîyan û alîkarî jibo tevaya gelê Sûrîyê be.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG