Wezîrê Derve yê Japonya Yoshimasa Hayashi îro Înê got ku G7 û rêxistinên din yên hevbîr soza xwe ya bo alîkarîya enerjîya Ukrayna nû kirin.
Hayashi dîyar kir ku Japonya hazirî dike ku nêzikî 10 ototransformer û 140 alavên girêdayî enerjîyê bide Ukrayna.
Di civîna G7 de, ku Hayashi û hevtayê wî yê Amerîkî Antony Blinken bi hevre mazuvanîya wê kirin, wezîrê Japonya bo derbazkirina zivistanê pesna Ukrayna da.
Wezîrê Japonya Hayashi got ku Ukrayna tevî êrîşên dubare yên Rûsya yên li ser binesazîyên enerjîyê, di zivistana dijwar de li ber xwe daye.
Rûsya di mehên zivistanê de bi dron û muşekan bi taybetî êrîş dibir ser binesazîyan û ew jî dibû ku welatîyên Ukrayna di sermayê de bi dijwarîyan rûbirû bimînin.
Jêder: AFP