Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Japonya û Australya Peymana Berevanîyê Îmza Kir


Morrison û Kishida , 6 Rêbendan, 2021
Morrison û Kishida , 6 Rêbendan, 2021

Rêberên Japonî û Avusturalî îro Pêncşemê peymaneke girîng ya berevanîyê îmza kir ku destûrê dîde di navbera artêşên her du welatan de hevkarîyeke nêzîktir pêk were.

Serokwezîrê Australya Scott Morrison û Serokwezîrê Japonya Fumio Kishida di hilcivîneke onlaynî de peyman îmza kir.

Ev peymana berevanîyê ya yekê ye ku Japonya ve bi welatek ji bilî Amerîka ve îmza dike.

Peyman piştî zêdetirî salekê danûstandinên di navbera Japonya û Australya de pêk hat.

Bi peymanê tê armanc kirin ku astengên qanûnî rabin ku hêzên leşkerî yên her du welatan bo hîndarîyan bikaribin derbazê axa hevdu bibin.

Peyman li hember zêdebûna xurtbûna Çînê ya li herêma Hindo-Pasîfîkê wek tedbîreke rêgir tê ditîn.

"Li ser bingeha me ya hevkarîya me ya stratejîk ya taybet, Japonya li Asyayê şirîka me ya herî nêzîk û teka hevkara me ya bi wi rengî ye," Morrison got.

Wî bi berdewamî got ku kevkarîyeke wekhev, pêbawerîyeke hevpar di navbera du demokrasîyên mezin de pêk tê ku girêdayî serwerîya hiqûqê, mafên mirovan, bazirganîya azad û Hindo-Pasîfîkeke azad û vekirî ye.

Serokwezîrê Japonya Fumio Kishida jî peyman wek amûreke berbiçav ya hevkarîya ewlehîyê ya navbera her du alîyan bi nav kir.

Pispor dibêjin ku her çend ji navê Çînê nayê derbaz nebe jî girîngîya wê di îmzakirina peymanê berbiçav e.

Peyman ser bingeha dîyaloga stratejîk ya ku bi navê Quad hate îmza kirin ku endamên wê Japonya, Austuralya, Amerîka û Hindistanê ne.

XS
SM
MD
LG