Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Japan Dibêje Lêborînê Nade Çînê


Serokwezîrê Japanê Nato Kan
Serokwezîrê Japanê Nato Kan

Serokwezîrê Japanî Naoto Kan, daxwaza Çînê ya lêborînê û tazmînata diravî carekî din red kir, jibo girtina kaptanê belemeke masîgir ya Çînî.

Birêz Kan îro Yekşemê ji nûçegîhanan re got, giravên bêmirov yên li Deryaya Çînî ku masîgir tê de hatibû girtin, pişkeke ji axa Japanê.

Her du welat, giravên ku bi Japanî wekî Senkaku û Çînî jî wekî Diaoyu tên nasîn, wekî beşeke ji axa xwe dibînin.

Avên derdora giravan, jibo masîgirî dewlemend in û tê bawer kirin çavkanîyên gaza xwezayî û petrol jî di bin avê de hene.

Rêberê Japanî got, ti nîyeta wî tune ye ku daxwazên Çînî bipejrîne.

Daxuyanîyên birêz Kan di demeke wusa de hatibû, ku Wezareta Derve ya Çînî binçav kirina kaptanê Çînî neqanûnî zanîbû û xwestîbû ku Japan lêborînê raberî wê bike.

XS
SM
MD
LG