Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kyodo: Japon Plan Dike Meha Îlonê Bi Wezîrên Derve Yên GCC Re Kom Bibe


Ajansa nûçeyan Kyodo roja Yekşemê ji ser zarê çavkaniyên dîplomatîk ragihand ku Japon amadekariyên civîna wezîrên derve yên Japon û welatên endamên Encûmena Hevkariya Kendavê (GCC) li Erebistana Siûdî di destpêka Îlonê de dike.

Japon armanc dike ku têkiliyan bi welatên berhemhênerên petrolê re xurt bike da ku dabînkirina enerjiyê ji Rojhilata Navîn misoger bike, di demekê de ku bandora Amerîkayê kêm dibe û ya Çînê zêde dibe, Kyodo got.

Wezîrê Derve yê Japonê Yoshimasa Hayashi dê beşdarî civînê bibe û dibe ku serdana Misir û Urdunê jî bike, Kyodo got. Ji Wezareta Derve ya Japonê ti şîroveyek yekser nehate dayîn.

GCC yekîtiyeke ku ji şeş welatên li herêma Kendavê pêk tê: Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter, Kuweyt, Oman û Bahreyn.

Serokwezîrê Japonê Fumio Kishida di Tîrmehê de dema ku Japoê û GCC ji nû ve destpêkirina danûstandinên li ser peymaneke bazirganiya azad ragihandin, serdana Rojhilata Navîn kir.

Kyodo got ku tê çaverêkirin wezîrên derve li ser peymana bazirganiya azad û hevkariyên teknîkî yên li ser çavkaniyên enerjiyê yên nifşê bê gotûbêj bikin û got dibe ku bernameya navokî ya Îranê jî di rojevê de be.

Japona xizan bi çavkaniyan, hewl dide ku ewlehiya enerjiya xwe zêde bike, ji ber ku ew pala xwe pir dide ser neft û gaza xwezayî. Ew 90% ji petrola xwe ya xav ji Rojhilata Navîn werdigre.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG