Japonya ragihand ku firokeke leşkerî ya Rûsî îro Duşemê ketiye qada wê ya esmanî.
Berdevkê hikûmeta Japonya Yoshimasa Hayashi ji rojnamevanan re got ku firoka Rûsî di sê bûyerên cihê de derbazî qada esmanî ya Japonî bûye.
Hayasi dîyar kir ku hêza berevanîyê ser wan bûyeran jibo mudaxaleya demûdest firok şandine û guleyên nîşanê peqandine.
Wî got ku Japonya ev cara pêşî ye neçar maye ku wan guleyan bipeqîne.
Wezîrê Berevanî yê Japonya Minoru Kihara jî got ku firokên wan yên F15 û F35 berî guleyan bipeqînin bi bêtêlan leşkerên artêşa Rûsî hişyar kirine.
Hikûmeta Japon bi rêkên dîplomatîk Rûsya protesto kir û bang li wê dewletê kir ku binpêkirinên wisa neke.
Jêder: Reuters
Japonya Dibêje Firokeke Leşkerî ya Rûsî Derbazî Qada Wê ya Esmanî Bûye
