Serokê nû yê serkar yê Qirgizistanê Sadyr Japarov îro Duşemê dîyar kir ku ew dixwaze bo demeke dirêjtir bibe serok.
Japarov, ku ku hefta borî piştî serhildaneke mezin hatibû ser desthilatê, got ku ger qanûna bingehîn ya welêt were guhertin, ew dixwaze gereke temam bibe serok.
"Parlamento niha jibo guhertina qanûnên rêvebirina hilbijartinên seroktî û parlamentoyê hazirîyan dike. Heke ez di encama wan guhertinan de karibim bibim berbijar, ezê wiha bikim, " Japarov di hevpeyvînekê de ji kanala nûçeyan ya Russia 24 re got.
Qanûna bingehîn ya niha li Qirgizistanê rê nade serokwezîrên demkî ku beşdarî hilbijartinan bibin ku ew bi xwe çavdêrîya wan hilbijartinan dikin.
Japarov ê 51 salî, piştî protestoyên girseyî, ku hikûmeta bêrê ya Sooronbai Jeenbekov hilweşand, hefteya borî wek serokê demkî destilatdarî girtibû.
Pispor bal dikşînin ku armancên nû yên Japarov dikare di navbera wî û hin partîyên sîyasî de, ku bibûn alîkar ew were ser desthilatê, pirsgirêkan çêke.
Ew partî tenê bi şerta ku Japarov bo çareserkirina krîza heyî bibe rêberê demkî piştgirîya wî kiribûn.
Sîyasetvanê neteweperverê tund yê opozîsyonê Sadyr Japarov bi tawanbarîya dîlgirtina sîyasetvanekî hevrîkê xwe ya di sala 2013'an de bo cezayake demdirêj li zindanê bû.
Japarov di dema xwepêşandanên tund yên piştî hilbijartina parlamanê ya aloz, ji alîyê alîgirên xwe ve ji girtîgehê hatibû derxistin.
Parlamentoya Qirgizistanê hefteya borî Japarov wek serokwezîr hilbijartibû û serokê berê Jeenbekov berî karvekişandina xwe serokwezîrîya wî erê kiribû.
Heya niha xuya dike ku erkdarkirina Japarov Rûsya kêfxweş kiriye, ku hevalbenda serekî ya Qirgizistanê ye û piştgirîya xwe bo kabîneya nû dîyar kiriye.
Li Qirgizistanê ji sala 2005'an vir ve, ev cara sêyan e ku bi armanca daxistina serokekî serhildan û xwepêşandanên girseyî têne darxistin.
Japarov wek serokwezîr û serokê dewletê yê serkar, divê niha çavdêri û revebirina dubarekirina hilbijartina parlamentoyê bike û herwiha hilbijartina bo serokkomarekî pêk bîne.
Demên her du hilbijartinan jî hîn nehatine dîyar kirin, lê jibo guhertina qanûna bingehîn dibe ku referandumek were darxistin.