Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Japon Ava bi Tîşkên Navokî Rişte Deryayê


Japon Ava bi Tîşkên Navokî Rişte Deryayê
Japon Ava bi Tîşkên Navokî Rişte Deryayê

Japon berevanîyê ji karê xwe dike bo riştina ava bi tîşkên navokî pîsbûy bo nav deryayê, û dibêjit ew kartêkirina xirab naket ser saxlemîyê û ne şikandina qanûnên navneteweyên daryayê ye.

Tîşkên navokî bi çend milyon caran bilindtir ji astê qanûnî hatîne dîtin di ava nêzîk kargeha Fukushima ya navokî de roja Sêşem, cihê ku karmendan bi hezaran tonên ava bi wan tîşka pîsbûyî riştine nav deryayê.

Wezîrê derve yê Japonê Takeaki Matsumoto Sêşem got ku welatê wî her karê jê hatî kirîye bo kêmkirina pîskirina oqyanosî û soz daye civaka nêvnetewîyî agihdarî hemû biryarên xwe bike divî warî de û bi hevkarî digel Neteweyên yêkgirtî.

Koreya Başûr ku dikevte rojava Japonê ragihand, ew di xema hindê de ye riştina bi hezaran tonên ava bi tîşik bighîte kenarê wê.

XS
SM
MD
LG