Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Japonya Erdhejeke bi Hêza 7.1 Pêk Hat

Dîmenên Erdheja li bajarê Kumamoto 28ê Tîrmehê, 2026.
Dîmenên Erdheja li bajarê Kumamoto 28ê Tîrmehê, 2026.

Erdhejek bi hêza 7.1 îro Sêşemê li başûrê Japonyayê çêbû, li gor desthilatdarên xwecihî li parêzgeha Kumamoto.

Piştî erdhejê hişyarîya tsûnamîyê hate dayîn, lê paşê ji ber ku ti pêleke metirsîdar nehate tespîtkirin, banga hişyarîyê hate rakirin.

Serokwezîra Japonyayê Sanae Takaichi Sêşemê ragihand ku piştî erdheja bihêz a ku li başûrê rojavayê Japonyayê qewimî, çend kes birîndar bûne, avahî hilweşiyane û agir derketiye.

Takaichi got: "Em hîn jî hejmara birîndaran û ziyanên madî ku çêbûne dinirxînin, lê heta niha ji çend birîndaran agahdar im."

Serokwezîra Japonyayê herwiha got ku "elektrîk qut bûye, şewat li hin deveran derketîye, ziyan gihiştîye hin rê û piran û çendîn avahî hilweşiyane."

Hikûmeta Japonyayê ji bo çend parêzgehên girava Kyushu hişyarîya awarte derxist.

Erdhej bû sedema qutbûna elektrîkê ji bo nêzîkî 40,000 malan, û Şîrketa JR Kyushu xizmetên hêlên trênê, di nav de trênên bilez jî, rawestand.

Li herêma ku erdhej lê qewimî kargehên girîng ên Sony û TSMC hene, ku niha rewşê dinirxînin.

Rayedarên têkildarî navendên navokî ragihand ku li hemû navend û bingehên navokî ti astengî nehatiye tomar kirin û dezgehên ku bi enerjîya navokî kar dikin bi awayekî normal li herêmê dixebitin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG