Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Japonya jiber Awayê Nû ya Korona Hatinên ji Brîtanya Sînordar Dike


Japonya jiber cureya nû ya vîrusa korona ya li Brîtanya derketiye sînorên xwe bo bîyanên ku destûra wan ya rûniştinê tune ye girtin.

Wezareta Derve ya Japonya ragihand ku qedexeya ketina hindurê welêt dê di 28’ê Berfanbarê de destpê bike û heta 31’ê Çileya 2021’an bidome.

Serokwezîrê Japonya Suga Yoshihide dîyar kir ku bo ew jîyanên mirovan bifilitînin wan derîyên xwe yên sînor li bîyanan girtine.

Yoshihide bang li hemwelatîyên xwe kir ku di pîrozbahîyên sersalê de aram bin, li gor mesafeya civakî tevbigerin û bala xwe bidin ser paqijîyê.

Japonya karantîna 14 rojî ya bo hemwelatîyên wan ji derveyî welêt rakiribû, lê ew bi şûnde anî.

Ji hemwelatîyên Japonya herwiha tê xwestin ku testa vîrusa korona ya ku 72 saetên dawî de hatiye kirin raber bikin.

XS
SM
MD
LG