Wezîrê Derve yê Japonya Yoshimasa Hayashi dîyar kir ku Çînê ew bo serdanê vexwendiye.
Hayashi di hevpeyvîneke bi Fuji TV re da zanîn ku hemtayê wî yê Çînî Wang Yi roja Pêncşemê di axaftina bi rêka telefonê de ji wî xwestiye ku ew serdana welatê wan bike.
Wî dîyar kir ku ew ser vexwendinê difikirin û wan hîn ti biryar nedaye.
Li ser pirsa derbarê ‘’boykota dîplomatîk’’ ya Olîmpîyatên Zivistanê yên Pekînê yên 2022’yan, ku Serokê Amerîka Joe Biden pêşnîyaz kiribû, Hayashin da zanîn ku ewê li gor rewiş û ramanên xwe biryarê bidin.
Jêder: Reuters