Navenda Lêkolînên Jeolojîk ya Amerîka (USGS) ragihand ku îro Duşemê li eyaleta Ishikawa ya Japonya erdhêjeke bi hêza 7.5 rû daye.
Karbidestên Japonî hêza erdhêjê wek 7.6 dîyar kirin û ragihandin ku di erdhêjê de herî kêm yek kes miriye, zêdetirî 30 avahî wêran bûne.
Elektrîk li ser zêdetirî 36,000 malbatan li parêzgeha Ishikawa û Toyama hat birîn.
Serokwezîrê Japonya Fumio Kishida dîyar kir ku wî ferman daye tîmên lêgerîn û rizgarkirinê da ku bo rizgarkirina jîyanan her tişt were kirin, tevî ku gihêştina heremên erdhej lêdayî jiber rêyên girtî zehmet e.
Berdevikê hikûmetê Yoshimasa Hayashi jî eşkere kir ku di gel wêran bûnê li gelek xanîyan şêwat çêbûye û tîmên agirkûjê xebatên vemirandina şewatan didomînin.
Hayashi got ku karbidestên Japonî hîn jî zararê dinirxînin.
Kompanîya Hokuriku ya elektrîkê got ku li eyaletên Ishikawa û Toyama elektrîka ji ser zêdetirî 36,000 malbatan qut bûye. Li van herêman ku pileya germahî bi şev dadikeve binê sifirê.
Karbidestên veguhestinê jî gotin ku seferên li ser 42 xetên tirênê yên ber bi û ji heremên ku erdhejê hatine rawestandin, şeş rêkên serekî û yek ji firokexaneyên Ishikawa hatine girtin.
Dezgehên telekomê jî ragihandin ku li hin herema telefon û înternet qut bûne.
Erdheja bi hêza 7.6 li beravên rojavayî yên Japonya û cîrana wê Koreya Başûr pêlên bi qasî 1.2 metreyî pêk anî.
Ajansa Meteorolojiyê ya Japonya (JMA) jibo eyaletên Ishikawa, Niigata û Toyama hişyarîya tsunami yekê mezin da.
Hikûmetê got ku wê ji şeva Duşemê ve ferman daye ku zêdetirî 97 hezar kesên li 9 eyaletên li beravên rojavayî yên girava sereke ya Japonya Honshu ku demûdest biterikînin.
Serokwezîr Fumio Kishida ku bang li welatîyên li heremên xeter kir ku di zûtirîn dem de biçin cîhên bilind.
"Em dizanin ku malên we, tiştên we jibo we bi qîmet in, lê jîyana we ji her tiştî girîngtir e! Berbi cîhê herî bilind ya ku gihêştin pêkan e, birevin, " wî got.
Rûsya û Koreya Bakur jî bo hin herêman hişyarîya tsunamiyê dan.
Berpirsê JMA Toshihiro Shimoyama balkişand ku li herema Ishikawa çalakîyên erdhejê ev zêdetirî sê salan e didomin û pêkan e ku di hefteyên pêş de erdhejên bihêztir rû bidin, bi taybet jî di nav du sê rojên pêş de.
Jêder:Reuters, AFP