Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Japonya Serdana Îranê Dike


Serokwezîrê Japonya Shinzo Abe bo serdana bi du rojan çû Tehranê.

Ji Şoreşa Îslamî ya 1979’an vir ve cara pêşî serokwezîrekî Japonya serdana Îranê dike.

Medya dewletê ya Îranê hatina Shinzo Abe bi awayekî zindî weşand.

Abe dê bi Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî û rêberê olî yê wî welatî Ayetulah Alî Xamaney re bicive.

Serokê Amerîka Donald Trump di serdana Japonya de dîyar kiribû ku Abe dixwaze ser girjîya bi Îranê re navbeynkarîyê bike û spasîya wî kiribû.

Hin pisporên sîyasetê didin zanîn ku Japonya dikare di navbera Washington û Tehranê de navbeynkarîyeke baş bike.

Girjîya di navbera Amerîka û Îranê de, piştî Washington ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişîyabû jinûve gur bûbû.

Welatên Ewrupî dixwazin ku peymana navokî ya bi Îranê re bidome lê heta niha bo domandina wê ti lihevkirin çênebûye.

XS
SM
MD
LG