Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Japonya Karbidestekî Rûs Dersînor Dike


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Japonya ji karbidestekî Rûs xwestiye ku heta 10’ê vê mehê ji welêt derkeve.

Reutersê da zanîn ku ew karbidestê Rûs li Sapporo konsolos e û dîyar kir ku Wezîrê Derve yê Japonya Yoshimasa Hayashi ser derketina wî ferman daye.

Karbidestên ewlekarîyê yên Rûsya meha borî li Vladivostokê konsolosekî Japon ser casûsîyê desteser kiribûn.

Rûsya ji wî karbidestê Japon xwestibû ku ji welêt derkeve.

Ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna vir ve jimareke dewletan dîplomatên Rûs dersînor dikin û Rûsya jî bersîvê dide.

XS
SM
MD
LG