Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Japonya Dibêje Rûsya Berpirsa Hovîtîya li Ukrayna Ye


USA-BLINKEN/ASIA
USA-BLINKEN/ASIA

Wezîrê Derve yê Japonya Yoshimasa Hayashi îro Înê dîyar kir ku tevgerên Rûsya yên li Ukrayna nayên qebûl kirin.

Hayashi da zanîn ku ji hemtayê xwe yê Ukraynî Dmytro Kuleba re da zanîn ku Moskow bo hovîtîya li Ukrayna berpirs e. Ew û Kuleba di navbera civîna wezîrên G7 de axifîn.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir. Rûsya ser kirên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê welatên Rojava wê wek dagirkirin dibînin û dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînin.

XS
SM
MD
LG