Serokê Partîya Demokrat ya Lîberal (LDP) Yoshihide Suga di rûniştina awarte ya Civata Nûneran de bo serokwezîrîyê hat hilbijartin.
Suga ji civata bi 465 kursî, ku piranîya wê di destê LDP'ê de ye, 314 deng sitandin.
Ger ti guherîn çênebe, Suga dê heta hilbijartinên giştî yên Îlona 2021'an li ser kar bimîne.
Temamê kabîneya serokwezîrê berê Shinzo Abe, ku jiber kêşeyên saxlemîyê vekişîbû, karvekişîna xwe ragihandibû.
Li ber e ku Suga, Cîgirê Serokwezîr Aso Taro û Wezîrê Derve Motegi Toshimitsi li karên wan bigire.