Wezareta Derve ya Japonya azadbûna rojnamevanê Japon Jumpei Yasuda, ku sê sal in li Sûrîyê dîlgirtî bû, piştrast kir.
Karbidestên Tirkîyê dê Yasuda piştî karên qanûnî yên li Tirkîyê radestî Japonya bikin.
Yasuda, di sala 2015’an de dema ji Tirkîyê derbazî Tirkîyê bûbû ji alîyê komên girêdayê El-Qaydê ve dîl hatibû girtin û dema ew dîlgirtî bû dîmenên wî hatibûn weşandin.
Wezîrê Derve yê Japonya Taro Kono dîyar kir ku rewşa Yasuda baş e ew dê di demeke kin de vegere welatê xwe.
Li dû piştrastkirina azadbûna rojnamevanê Japon, Serokwezîrê Japonya Shinzo Abe jiber hewildanên Tirkîye û Qatarê yên bo azadbûna Yasuda, spasîya her du dewletan kir.
Karbidestên Japonya dîyar dikn ku wan bo azadbûna Yasuda ti pere nedaye.
Yausda, berê jî di sala 2004’an de li Bexda dîl hatibû girtin û hikûmeta Japonya jiber helwestên di danûstandinên bo azadbûna Yasuda de hatibû rexne kirin.