Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdana Wezîrê Derve Yê Îranê Bo Îraq Û Herêma Kurdistanê


Wezîrê derve yê Îranê Javad Zarîf û yê Îraqê Fûad Husên

Dema ku nakokî di navbera Amerîka û Îranê de dom dikin, wezîrê derve yê Îranê Javad Zarîf serdana Bexda û Herêma Kurdistanê dike da ku berpirsên Îraqê û Herêma kurdistanê razî bike li ser wan aloziyên siyasî yên li herêmê rû didin û yan her ti nebe dijatiya Îranê neyê kirin.

Zarîf serdana ligel berpirsên herdu hikûmetan kombû û danûstandin encam dan.

Herçende berpirsên Bexda û Herêmê serdana Zarîf bi hêzkirina têkilyan girê didin, lê çavdêrên siyasî xwendindek cûda ya derbarê serdana Zarîf heye.

Siyasetvanê Dêrîn yê Kurd Dr. Mahmûd Osman, weha dibîne ku serdana wezîrê derve yê Îranê bo derbazbûne ji tengasî û Îzolekirinê û dixwaze têkiliyên derve yên Îranê bi cîhana derve re bihêz bike da ku ji tenbûnê rizagr bibe û dibêje"Hikûmeta Îranê hewil dide ligel Erebistana Saûdî û Amerîka danûstandinan bike, lê hêzên leşkerî yên Îranê cûda difikirin û helwestek tundtir nîşan didin."

Serdana wezêrê derve yê Îranê bo Îraqê di wî demî de hat, çaxê keştiyên biçûk yên Îranê li ava deriya Arabî xwe nêzîkî keştiyên cengê yên Amerîkî kirî û tundbûna helwesta hêzên Lubnanê li dij Amerîka yên ku nêzîkî Îranê ne.

Çavkaniyekî derbarê serdana wezîrê derve yê Îranê bo Îraqê hin agahî bo Dengê Amerîka eşkera kirin û zelal kir ku serdana Zarîf nerihetiya Îranê ye jiber rewşa li Îraqê, nêzîkbûna hilbijartinên pêşwext li wî welatî. Tê pêşbînî kirin ku piştî serdana Zarîf helwesta grûpên çekdar yên Îraqî yên ku nêzîkî Îranê ne li dij mana Amerîka li Îraqê tundtir bibe. Weke Çavkanî dibêje, jiber ku Îranê agahî dane wan grûpan ku fişarê bixin ser Amerîka da ku ji Îraqê derkeve.

Li gor axiftina çavkaniyê, Javad Zarîf li herêma Kurdistanê cûda ligel berpirsên PDK û YNK rûnişyîye daxwaz ji wan kirîye ku hevkar bin ligel Îranê rê neyê dan ku bingehên leşkerê Amerîka li herêmê bo dijatiya Îranê bihên bikar anîn.

Herwiha Zarîf berpirsên Herêma Kurdistanê derbarê tevger û çalakiyên Kurdên Îranê hişyar kirine, Îran dibêje vê dawiyê hin çalakiyên wan di nav axa Îranê de hebûn.

Serdar Ezîz lêkolerê navdewletî dibîne ku proseke berfireh ya hêzên alîgirên Îranê li herêmê heye li dij Amerîka.

Çavdêr weha dibînin ku Îran dixwaze vegere diyaloga bi Amerîka re, lê pirr zehmete ku diyaloga Amerîka û Îranê vegere serdema serokê berê Barack Obama, jiber ku gelek pirsgirêkên din di rêya Rêveberîya nû ya Amerîka de hene.

Îsraîl û hin welatên Kendavê li dijin ku Rêveberiya Joe Biden vegere diyaloga ligel Îranê, herwek Kongresa Amerîka li hember derketina hin pêzanînên veşartî yên danûstandinên di navbera wezîrê berê yê Amerîka John Kerry û Javad Zarfî de li ser danûstanidnên wê demê derketine derê.

Eger ku Kongres li dijî vegera diyaloga bi Îranê re be, wî çaxî serok Biden nikare bi sanahî nêzîkî Îranê bibe. Jiber ku serok Biden nêrîna Kongresê giring dibîne û pêwîstî pê heye bo derbaz kirina planên navxwe ya Amerîka.

Di dema ku astengî li hember Amerîka hene bo diyaloga bi Îranê re, herwiha li Îranê jî hilbijartin hene û duberiyek mezin di navbera şaxê Mihafizkar û Reformxwazan de heye. Derketina axfitinên Zarîf li ser destêwerdana Qasim Sulêmanî jî girêdayî wê duberiyê ye, weke çavdêr dibêjin.

Necat Husên yek ji lîderên Şîa, tam berovajî çavdêran rewşê dibîne û dinirxîne, dibêje ku helwesta tund ya çekdaran li dij Amerîka ne jiber çavsoriyê ye, belkî ew ture û bi kînin jiber kuştina Qasim Sulêmanî û Abu Mahdî Al Muhandis û got "Hêzên Şîayan navê 52 berpirsên Amerîka hene ku tawanbarin di doza kuştina Sulêmanî û Muhandis "de.

Bihêzbûna grûpên çekdar yên Şîa li Îraqê ku alîgirên Îranê ne û duberiya di navbera Amerîka û Îranê de herwiha aloziyên li herêmê rewşa Îraqê dê aloz û xerabtir bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:31 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG