Civata Senatoran ya Kongresa Amerîka doh Sêşemê Jay Clayton wek berpirsê giştî yê Agahdarîya Niştimanî hilbijartin, piştî ku Tulsi Gabbard di Hezîranê de ji vê postê vekişîyabû, 18 saziyên îstixbaratê yên Amerîka xwedîyê berpirsekî mayînde bûn.
Posta Jay Clayton li hember 47 dengên neyînî, bi 51 dengên erênî hat pejirandin.
Senatorên Komarî piştgirî dan Clayton ku namzetê Serok Donald Trump bû, yên din dijî wî deng dan.
Clayton yê 60 salî, dadwerê federal yê navçeya başûr a New Yorkê bû. Wî di serdema yekê ya seroktîya Trump de jî wek seroktîya komisyona Borsa û veguhestina Pereyan kiribû.
Berîya ku bi hikûmetan re bixebite, Clayton parêzerekî kompanîyîn yê bazirganîyê bû û ew di qada yekbûnkirina kompanîyan û zêdekirina sermayeyê de pispor bû.
Di rûniştina pejirandina wî ya li Senatoyê, Komarîyan Clayton wek rêberekî xwedî tecrûbe pênase kirin û gotin ku ew di dema dozgerîya xwe de li ser dosyayên ewlekarîya neteweyî, dij-terorîzmê û gefên derve xebitîye.
Demokratan jî Clayton jiber tecrûbeya wî ya sînordar ya di qada îstixbaratê de, ew rexne kirin.
Serok Trump pêşwazîya pejirandina posta Vclayton kir û got ku Clayton wê "karekî bêhempa" bike.
Clayton cîhê Bill Pulte girt, yê ku wek cîgîrê berpirsê giştî yê îstîxbaratê li ser kar bû. Pulte bi îdiaya nebûna tecrûbeya wî ya îstîxbaratê, ji her partîyan jî rastî rastî rexneyên dihat. Di dema erkdarîya wî de, bi qasî %30 karmendên Ofîsa Rêvebirîya Îstîxbarata Neteweyî ji kar hat derxistin.
Pejirandina Clayton nakokîya Kongresa Amerîka ya li ser nûvekirina Beşa 702 ya Qanûna Çavdêrîya Îstîxbarata Biyanî çareser nake.
Dema qanûna ku ku destûrê dide ajansên Amerîkî ku daneyên tekilîdanînên elektronîkî yên biyaniyên li derveyî Amerîkayê berhev bikin, di Hezîranê de qediya. Jibo direjkirina vê qanûnê, komarî jibo gihîştina 60 dengên pêwîst hewceyê piştgirîya dengên Demokratana ne.