Lînkên eksesibilîtî

Şervanên Jin yên Ereb Tevlî Artêşa Şoreşgeran Dibin


Cîgirê fermandarê giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ahmed Sultan Ebu Araj

Ceyş El-Suwar (Artêşa Şoreşgeran) ku yek ji pêkhateyên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ye, derî li hember beşdarbûna şervanên jin di nava hêzên xwe de ragihand.

Di daxuyanîya ragihandinê de Artêşa Şoreşgeran şert û mercên têvlêbûnê dîyar kirin.

Ji van şertan, divê regeznameya jina dixwaze beşdarî hêzên wan bibe Sûrî be, temenê wê ne kêmtirî 18 salan be û tenduristîya wê rind be.

Derbara armanca vê pêngavê de, Ahmed Sultan Ebu Araj,cîgirê fermandarê giştî yê Artêşa Şoreşgeran ji Dengê Amerîka re axifî.

"Em dizanin Sûrîya gî di alozîyeke mezin re derbaz dibe. Divê jin li kêleka mêr di hemû waran de cihê xwe bigire ku welatê xwe Sûrîyê ji hemû cureyên tundîyê rizgar bikin”.

Sultan da zanîn ku daxwaznameyên tevlêbûna di nav hêzên wan de ji hejmarek mezin ji jinên Ereb ji deverên Sûrî yên cuda yên wek Heleb, Îdlib, Hema û Humse hatine û ew bi serpêhatîya YPJ'ê bi bandor bûne.

Hêjayî gotinê ye ku Artêşa Şoreşgeran di meha Gulanê sala 2015'an ji hejmarek tugay û hêzên ji deverên Sûrî yên cuda hatiye damezrandin û li herêmên Efrîn, Şehba, Minbic, Reqa û Îdlibê şerê DAIŞ'ê û komên tundrê kiriye.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG