Li Bakur û Rojhilata Sûrîyê sala nû ya xwendinê vê heftê destpê kir û bêhtirî 300 hezar şagirt berê xwe didine xwendingehan.
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cezîrê Semîra Hac Elî ji Dengê Amerîka re got ku pirtir ji 18600 mamosta di havînê de perwerde dîtin û bo sala nû hatine amade kirin.
Elî da zanîn ku wan jî lêvegerek bo materyalên xwendinê çêkirine û îsal yek mîlyon û 400 hezar pirtûkên xwendinê çap kirine.
“Me xwendingehên herêma Cizîrê jinûve saz kirine. Lê, li cîhên ku bûne qada şerê dijî DAIŞ'ê hin xwendingehên hatine rûxandin û me tenê pêdivîyên bingehîn wan xweningehan pêk anîne.”
Elî bi bîr xist ku Desteya Perwerdê biryar da ku îsal refê 11'an ya qonaxa amadayî bi her du beşên wêjeyî û zanistî wê derbazî sîstema xwendinê rêvebirîyê bibe.
“Me hem ji alîyê perwerdeya mamostayan û hem jî ji milê materyal û sererastikirinê amadekarîyên bo vê gavê temam kirine.”
Hêjayî gotinê ye ku berî demekê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cezîrê ragihandibû ku nêzî 3000 dibistan li seranserî herêmê sîstema xwendinê ya Rêveberîya Xweser bi kar tînin.