Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xaşiqcî di Salvegera Kuştina Wî de Hat Bîranîn, Bezos jî Amade Bû


Rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî, di salvegera yekê ya kuştina wî de, îro Çarşemê li Stenbolê li ber avahîya ku ew tê de hatibû kuştin, hat bîranîn.

Di merasîma yadkirinê de damêzrenerê Amazonê û xwedîyê rojnameya Washington Post Jeff Bezos jî amade bû.

"Ev kuştinkarî nayê qebûl kirin. Divê tu bizanî ku tu di nava dilê me hemîyan î. Em li vê derê ne û tu ne bi tenê yî,” Bezos di axaftina xwe ya kurt de got.

Xaşiqcî, ku rojnamevanekî rexnegirê hikûmeta Saudî bû, di Washington Post de dinivîsî.

Bezos ew rojname di sala 2014’an de bi 250 mîlyon dolaran ew kirîbû û beşdarbûna Bezos ya bîranîna Xaşiqcî wek gaveke sembolîk tê nirxandin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Xaşiqcî herî dawî di 2’ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Erebîstana Saudî berê îdiayên ser kuştina Xaşiqcî red kiribû, lê piştre dabû zanîn ku Xaşiqcî di pevçûneke li konsulxaneyê de hatiye kuştin.

Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA) bi raportekê dîyar kiribû ku Xaşiqcî bi fermana Mihemed Bîn Salman hatiye kuştin, lê karbidestên Saudî wê îdiayê bi tundî red kiribû.

XS
SM
MD
LG