Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vance: Divê Tehran Hişdarîyên Washington Cidî Bigire

Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance roja Çarşemê bang li Komara Îslamî ya Îranê kir ku hişyarîyên Washingtonê li ser kiryareke leşkerî "cidî" bigire.

Ev axaftin rojekê piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di gotara xwe ya salane de helwesta xwe ya tund li dijî Komara Îslamî dubare kir.

Vance ji Fox News re got: "Serok hewl dide vê pirsgirêkê bi awayekî dîplomatîk çareser bike, lê mafê wî heye ku kiryareke leşkerî bikar bîne."

Wî got: "Em nikarin destûrê bidin rejîma herî xirab a cîhanê ku çekên navokî bidest bixe."

Cîgirê Serok behsa bijareyên Trump ji bo nehêle ku Îran çekên navokî bidest bixe û got: "Serok çend bijareyên hene da ku piştrast bike Îran çekên navokî bidest nexe û nîşan daye ku ew amade ye ji wan sûdê werbigire, û ez hêvî dikim ku Îranî vê yekê cidî bigirin di danûstandinên sibê de, ji ber ku helbet serok hez dike ku pirsgirêkê bi rêya dîplomatîk çareser bike."

Ev daxuyanî di demekê de tên ku Amerîka givaştina herî zêde li ser Komara Îslamî berdewam dike û îro sizayên nû li ser hejmareke kes û keştîyên girêdayî Îranê ferz kirin.

Şandên Amerîka û Îranê roja Pêncşemê li Cinêvê kom dibin ji bo gera sêyem a danûstandinan li ser bernameya navokî ya Tehranê.

Vance got: "Me gereke din a danûstandinên dîplomatîk ligel Îranîyan heye da ku bigihêjin rêkeftineke watedar."

XS
SM
MD
LG