Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

JD Vance: Sê Xalên Giring di Rêkeftinê de Hene û Ez ê Beşdarî Merasîmê Bibim

JD Vance Cîgirê Serokê Amerîkayê
JD Vance Cîgirê Serokê Amerîkayê

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance roja Yekşemê got ku ew plan dike ku di rojên pêş de beşdarî merasîma îmzekirina peymana aştiyê ya bi Îranê re li Swîsreyê bibe, û dibe ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bixwe jî beşdar bibe.

Di têkliya telefonî de ya bi Fox Newsê re derbarê beşdarî û îmzkirina rêkeftina bi Îranê re, Cîgirê Serok JD Vance got, "Bêguman ez plan dikim ku li wir bim, lê îhtîmalek heye ku serok bixwe jî li wir be."

Vance her wiha got "Ev kêliyên dîrokîne ji hemû gelê Amerîkayê re, helbet ev bi pêşengî û saya serok û karê dijwar yê tevahiya tîmê pêkhat."

JD Vance got ku sê xalên giring di vê rêkeftinê de hene, ya yekê dê tengava Hormuzê were vekirin û dorpêça Amerîkayê ya ser Îranê dê were rakirin.

Xal duyan jî dê Îran nebe xwedî çekê navokî, ne bes ew, Îran dê hewil nede çekê navokî çê bike an jî bikire û peyda bike.

Her weha dê serdemeke nû li Rojhilata Navîn çê bibe û pêşkeftin û serkeftinê dê bi xwe re bîne wê herêmê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG