Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jeffrey: Operasyona Dijî Bakurê Rojhilata Sûrîyê Fikreke Xirab E


Nûnerê Taybet yê Sûrîyê James Jeffrey
Nûnerê Taybet yê Sûrîyê James Jeffrey

Nûnerê Taybet yê Sûrîyê yê Amerîka James Jeffrey dîyar kir ku li gor wan operasyona dijî bakurê rojhilata Sûrîyê ‘’fikreke xirab’’ e.

Jeffrey, li Konseya Atlantîk, ku li Washingtonê sazîyeke ramanê ye, pirsên ser plana Tirkîyê ya bo operasyona dijî rojhilata Firatê jî bersîvandin.

Wî da zanîn ku ew ser fikarên Tirkîyê yên bo ewlekarîyê baldar in, lê ew dixwazin bi hevkarîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), Dewleta Îslamî (DAIŞ) bi temamî têk bibin.

‘’Ji alîyê kê be ferq nake, li gor me operasyona dijî bakurê rojhlata Sûrîyê fikreke xirab e,’’ Jeffrey got.

Nûnerê Taybet yê Amerîka dîyar kir ku HSD, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de roleke ‘’pir girîng’’ lîstîye.

Wî bi bîr xist ku Washingtonê di salên borî de li Îraqê jî bo hin armancan piştgirîya hin rêxistinan kiriye.

Tirkîye HSD’ê û YPG’ê rêxistinên terorîst dihesibîne û serokomarê wî welatî Tayyîp Erdogan hefteya borî gotibû ku ewê dijî rojhilata Firatê dest bi operasyonekê bikin.

Wezareta Derve ya Amerîka ser gotinên Erdogan bang li Tirkîyê kiribû ku ji ‘’gavên yekalî’’ dûr bisekine.

XS
SM
MD
LG