Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jeffrey: Emê Gav bi Gav ji Sûrîyê Derkevin


James Jeffrey
James Jeffrey

Nûnerê Taybet yê Amerîkî bo Sûrîyê James Jeffrey dîyar kir ewê ji Sûrîyê "bi lez û bez" dernekevin.

Jeffrey li Konferansa Ewlwkerî ya Munîhê da zanîn ku ew bi hevalbendên xwe re ser vekişînê danûstandinan dikin.

"Em tim ji wan re dibêjin ku ewê ne vekişîneke bi lez be, emê gav bi gav vekişin" Jeffrey got.

Serokê Amerîka Donald Trump di meha Berfanbarê de gotibû ku ewê hêzên xwe ji Sûrîyê vekişînin.

Jiber biryara Trump hin karbidestên payabilind nerazîbûna xwe nîşan dabûn û karvekişîna xwe ragihandibûn.

XS
SM
MD
LG