Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jeffrey: DAIŞ li Îraq û Sûrîyê Jinûve Serî Hildide


US Islamic State

Nûnerê Taybet yê Amerîka yê bo Sûrîyê James Jeffrey dîyar kir Dewleta Îslamî (DAIŞ) li Îraq û Sûrîyê jinûve serî hildide.

Jeffrey di telekonferansekê de da zanîn ku li gor agahîyê dawî ‘’hejmara terorîstên DAIŞ’î ji 14000 heta 18000 heye.’’

‘’Di meha Cotmehê de jiber operasyona Tirkîyê me navbera dabû operasyona dijî DAIŞ’ê lê me bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re careke din dest xebatan kir’’ Jeffrey got.

Wî herwiha da zanîn ku Artêşa Sûrîyê û firokên Rûs di sê rojên dawî de 200 êrîşên esmanî birine ser Îdlibê.

Nûnerên Amerîkî dîyar kir ku 700,000 kesên ji Îdlibê derketine ber bi sînorê Tirkîyê ve diçin û got ku ‘’Ew rewş dikare kêşeyeke navneteweyî çêke’’

Jeffrey da zanîn ku Amerîka niha bo Îdlibê maytekirinê nafikire û da zanîn ku ger Serokê Sûrîyê Beşar Esad li wê herêmê çekên kîmyayî bikar bîne ewê hemî rêkên din jî bifikirin.

XS
SM
MD
LG