Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

James Jeffrey Serdana Tirkîyê Dike


Nûnerê Taybet yê Amerîkî bo Sûrîyê James Jeffrey û Cîgirê Şêwirmendê Wezareta Derve Joel Rayburn dê di navbear 30’ê Nîsanê û 2yê Gulanê de li Enqerê danûstandinan bikin.

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku Jeffrey dê bi karbidestên Tirk re ser Sûrîyê kom bibe û pêşengîya şandeyê bike.

Li gor daxuyanîyê, berpirsên Amerîkî û Tirk dê ser bakurê Sûrîyê jî biaxifin û bo çareserkirina kêşeya Sûrîyê dê derbarê biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ya hejmara 2254’an binirxînin.

Jeffrey û Rayburn dê piştî Tirkîyê dê derbaz3i Cenevre ya Swîre bibin û li wir, di navbera 2 û 3’yê Gulanê de bi karbidestên Misir, Fransa, Almanya, Urdun, Erebistana Saudî û Brîtanya re ser Sûrîyê kom bibin.

XS
SM
MD
LG