Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Futbolîstê Îsraîlî Jehezkel Dersînor Kir


Futbolîstê îsraîlî Sagiv Jehezkel, ku do piştî maça Trabzonsporê hatibû desteser kirin, îro ji Tirkîyê hat dersînor kirin.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Alî Yerlîkaya ser X’ê dîyar kir ku Jehezkel vê evarê ji Tirkîyê vegerîye Îsraîlê.

“Tirkîye her tim li kêleka hemû bindestan û gelê Filîstînî ye, “wî got.

Wezareta Derve ya Îsraîlê jî piştrast kir ku desthilatên Jehezkel hatiye berdan û ew îro vegerî Îsraîlê.

Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Yoav Gallant Tirkîye tawanbar kir ku ew wek milê Hamasê tevdigere.

Gallant li ser X’ê de piştî erdheja par ya li Tirkîyê alîkarîya Îsraîlê bi bîr xist û helwesta Tirkîyê ya dijî Jehezkel wek "durûtî û nankorî," bi nav kir.

Jehezkel yê 28 salî futbolîstê tîma Antalyaspor ya Tirkîyê bû û wî roja Yekşemê piştî gola xwe ya hember Trabzonsporê bi nivîsa "100 roj. 07/10" li kêleka sitêrkeke Dawid peyamek dabû kamerayan.

Mesaja Jehezkel behsa derbazbûna 100 rojan ya ji êrîşa Hamasê ya 7’ê Cotmehê dikir.

Dozgerîya Antalyayê di derbarê Jehezkel de "jiber tevgera wî ya qirêj ya ku piştgirî daye komkujîya Îsraîlê ya li Gazayê" demûdest dest bi lêpirsînê kiribû û ew hatibû dester kirin.

Li gor medya Tirkîyê, Jehezkel di parastina xwe ya îro de dîyar kiriye ku ew ne kesekî alîgirê şer û peyama wî azirandina ti kesî armanc nedikir, lê wî xwestîye ku piştevanîya xwe ya bi dîlên didestê Hamasê nîşan bide.

"Li Gaza leşkerên Îsraîlî yên dîl hene. Ez bawer dikim ku divê êdî ev heyama 100 rojî biqede. Ez dixwazim şer bi dawî bibe. Loma min peyam nîşan da," Jehezkel got.

Hevdem, tîma Antalyasporê jî ragihand ku çalakîya Jehezkel dijî nirxên netewa Tirk e loma ew jî tîmê hatiye dûrxistin.

Jêder: Reuters, X

XS
SM
MD
LG