Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Wê li Jeninê Çekdarekî Filîstînî yê Payabilind Kuştiye


Oxirkirina Filistîniyên li Jenîn ji aliyê Îsraîlê ve hatine kuştin
Oxirkirina Filistîniyên li Jenîn ji aliyê Îsraîlê ve hatine kuştin

Artêşa Îsraîlê îro Şemîyê ragihand ku wê li Cenîn ya Kenara Rojava êrîşeke esmanî biriye ser navendeke operasyonê û çekdarekî Filîstînî yê payabilind kuştiye.

Hêzên Berevanîya Îsraîlê ji Telegramê dîyar kir ku ‘’li navenda operasyonê çend terorîstên girîng’’ hebûne.

Li gor ragihandinê, êrîş bi firokeke cengê û helîkopterekê hatiye li dar xistin û di êrîşê de Îslam Khamayseh yê ‘’terorîstê payablind yê Kampa Cenîn’’ê ku wek berpirsê jimareke êrîşên li herêmê tê dîtin hatiye kuştin.

Baskê çekdarî yê Cîhada Îslamî ya Filîstînîyan, Tugayên Qudsê piştrast kir Khamayseh roja Înê bi şev bi êrîşeke Îsraîlê hatiye kuştin û çend kesên din jî birîndar bûne.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku Khamayseh rêberekî Tabûra Cenîn ya Cîhadî Îslamî ya Filîstînîyan bûye.

Wezareta Saxlemî ya Filîstînîyan ragihand ku Îsraîlê roja Înê bi şev li Cenînê operasyon li dar xistiye û di encamê de 1 kes hatiye kuştin, 8 kesên din birîndar bûne ku ew li nexweşxaneyê têne derman kirin.

Îsraîl ji 1967’an vir ve Kenara Rojava dagir kiriye û leşkerên wê êrîşan dibin ser herêmên wek Cenîn ku di bin kontrola Rêvebirîya Filîstînîyan de ye.

Bi taybetî li dû gurbûna şerê Îsraîl û Hamasê ya bi êrîşên 7’ê Cotmehê re bûyerên tundûtûjîyê li Kenara Rojava jî zêde dibin.

Karbidestên Filîstînî dibêjin ku ji 7’ê Cotmehê vir ve li Kenara Rojava pirtir ji 500 Filîstînî ji alîyê hêzên Îsraîlê û cîwarkirîyan ve hatine kuştin.

AFP ji zarê karbidestên Îsraîlê radigihîne ku hejmara kuştîyên Îsraîlî jî herî kêm 20 e.

Di êrîşên Hamsê yên 7’ê Cotmehê de, ku li başûrê Îsraîlê li dar ketin, piranîya wan sîvîl pirtir ji 1170 hatin kuştin.

Wezareta Saxlemî ya Gaza, ku Hamas bi rêve dibe, dide zanîn ku di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 35,303 kes hatine kuştin ku piranîya wan sîvîl in.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG