Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biryara Parlemena Sûrî ya Derbarê Ermenan Û Helwesta Tirkîyê


Roja Pêncşemê, Civata Gel "Parlemena" Sûrî bi tevahîya dengan komkujiyên di salên 1915 û 1917an da li dijî Eremniyan pêkhatbûn weke Jenosîd nas kir, ku tê texmîn kirin di serdema dewleta Osmanlî da, di dema şerê Cîhanî yê yekê da 1.2 heta 1.5 mîlyon Ermenî hatbûn kuştin.

Biryara parlemena Sûriyê di wî çaxî da hat, dema ku aloziyên di navbera Tirkiyê û Sûrya da gihan asta herî xerab, di şer û pevçûnên dawiyê da leşkerên herdu aliyan hatin kuştin.

Di dema biryar standinê da, serokê parlemena Sûrî Hemûde Sabax got, "niha jî Sûriya rastî erîşên dojminkarî yên Tirkiyê tê ku li ser fikra Osmanlîyan dom dikin".

Tirkiyê jî biryara parlemena Sûrî şermezar kir û wezareta derve ya Tirkî reaksyon li hember biryara parlemenê Sûriyê nîşan dan û ew weke henek û pêkenokan nirxand.

Trikiye dibêje, Ermeniyên hatine kuştin 300 heta 500 hezar kesan bûn û di dema şerên navxweyî û birçîbûn û xelayê da ew bûyer qewimîne û bi qasî Ermeniyan Tirk jî mirine, peyvdarê wezareta derve Hamî Aksoy dibêje, di dema ku rejîma Sûrî mîlyonan ji gelê Sûrî koçber dike û zarok û jinan dikuje biryarek weha dide, ev yek ciyê henekan e.

Biryara palemena Sûrî dê çi karîgerî hebe li ser şerê li Sûriyê ku Tikîye alîyek çalak û bi bandore di wî şerî da? Sûriyê çima di vê demê da biryarek weha da?

Ji bo danûstendina li ser vê mijarê, bernama "Hello Washington" mêhvandarîya sê berêzan kir: Berêz Ziver Ozdemir, endamê palemena Tirkî ji partîya AKPê, berêz Yarwan Emîniyan, çalakvanê Ermenî û endamê palemena Herêma Kurdistana Îraqê û berêz Azad Kobanî endamê berê yê parlemena Sûrî.

Berêz, Ziver Ozdemîr, endamê parlemena Tirkiyê ji lîstsa partîya desthilatdar AKPê û nûnerê Batmanê, got"Di wî çaxî da wek Ewrupa, wek Amerîka şerên navxweyî hebûn, Ermen jî wî çaxî beşek bûn ji şerên navxweyî yên di dema Osmanlîyan da".

Berêz Azad Kobanî, endamê berê yê palrlemena Sûriyê û çalakvanê Kurd got"Her tim biryarên parlemena Tirkîyê, biryarên serokatî yan jî hikûmeta Sûriyê ne". Kobanî anî ziman ku Osmanlî û Tirkiya nek tenê li dij Ermenan bi tenê, lê belê belkî wan li dijî gelek netewên li herêmê qetlîam encam dane, di nav da gelê Kurd û heya niha jî dike.

Yarwan Emîniyan got"Em weke netewa Eremnan, vê birayrê baş dibînin, ji ber ku dema niha ev biryar bihên pesend kirin, jenosîd dubare nabin, wek dizianin çen salan berê Jenosîda Êzidyiyan l iŞengalê çêbû, heke ya Ermanena hatbaye pesend kirin ew çûne dibû".

Hello Washington 14 02 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:27:58 0:00


XS
SM
MD
LG