Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona li Cîhanê 12,7 Mîlyonan Derbaz Kir


Mirovên rûberk li Tehranê
Mirovên rûberk li Tehranê

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 12,720,798 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 3,2 mîlyon e.

Li dû Amerîka bi 1,8 mîlyon pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 849,000 tûşbûyan Hîndistan tê.

Jiber vîrusa korona li Amerîka bi qasî 135,000 kes jîyanên xwe ji dest dane û li dû wê bi 71,469 mirinan Brezîlya tê.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê nîşan didin ku li Çînê pirtir ji 85,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4,641 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG