Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jibo Mexdurên Erdhejê Kempeynên Alîkarîyê


Dîyarbekîrîyan jibo Wanê alîkarî berhev dikin.
Dîyarbekîrîyan jibo Wanê alîkarî berhev dikin.

Piştî erdheja Wan’ê, li herêmê û li çar alîyên Tirkîyê jibo mexdurên erdhejê, kempeynên alîkarîyê hatin destpê kirin. Ji roja yekê ya erdhejê heta îro li Dîyarbekir û navçeyên wê, bi hezaran kes, çi ji destê wan û mala wan biqede, bi rêya bajarvanîyan dişînin Wan’ê.

Şaredarê Bajarê Mezin yê Dîyarbekirê di derbarê alîkarîyên de daxuyanîyeke ragihandinê dar xist û derbarê van xebatan da agahîyan da.

Birêz Baydemir spasîya xwe li gelê heremê kir û got “banga min li gelê me ye ku divê ev hestîyarî û alîkarî bê navber di sê mehên zivistanê de jî berdewam bikin.

Amur û hewcedarîyên ku bi kêra mexdurên erdhejê werin, ji alîyê xebatkarên dilsoz ji hev tên neqandin û beş bi beş tên tomar kirin. Di komkirina lazimatîyan de gelek dilsoz cîh digrin. Piranîya van dilsozan ji xwendevanên zanîngehê pêk tên.

Mehmet Nur xwendekarî Zanîngeha Dîclê ye û jibo tomarkarina lazimatîya alîkarîyên mexdurên erdhêjê bi hevalên xwe re hatîye şaredarîyê. Mehmet Nur dibêje ev jî weke gelek kesan pir zêde xemgîn bûye jiber erdhejê û bi dilxweşîyek mezin dixwaze xizmetî vî karî bike.

Ji alîyekî din va kampeynên alîkarîyê li çar alîyê Tirkîyê dewam dikin. Herî dawî doh çend kanalên televîzyonên Tirk, kampeyneke hevbeş ya alîkarîyê destpê kir. Gelek hunermendên bi nav û deng jibo Wanîyan bang kirin da ku kampeyn belav bibe. Hêjayî gotinê ye ku di çarçoveya vê kampeynê de 62 mîlyon YTL (dirava Tirkî) pere hat kom kirin.

Dîsa kampeyneke balkêş jî ji alîyê çend rojanmevanan hate destpê kirin. Kampeyna “Mala Min Mala te ye, Wan!” jî, bi armanca mêvandarîya malbatên mexdur yên erdhejê pêk tê.

Kerem kin bi lînka "Guhdarî Kirin" a jorîn guhdarîya vê raportê bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG