Xanima Yekê ya Amerîka Jill Biden îro înê bo serdaneke çar rojan ya Romanya û Slovakya derket rê da ku krîza penaberên Ukraynî ji nêz ve bibîne û piştvanîya xwe nîşan bide.
Hevjîna Serok Joe Biden, Jill Biden di firîna xwe ya ber bi Romanya de ji rojnamevanên ku bi wê re rewîtî dikirin re ser serdana xwe axifî.
“Jibo serok û bo min pir girîng e ku gelê Ukrayna zanibe ku em ligel wan in,” Biden dîyar kir.
Biden giheşt bingeha esmanî ya Mihail Kogalniceanu ya li Romanya û ewê li alîkarîya çêkirina şîva Înîyê bibe ku ji endamên leşkerîya Amerîka yên li wir bicîh bûne re pêşkêş bike.
Jill Biden wê sibe Şemîyê li Bukreş, paytexta Romanya derbaz bike; ewê ser hewildanên mirovahî were agahdar kirin, bi Xanima Yekê ya Romanya Carmen Iohannis re hevdîtin bike û serdana dibistaneke bike, ku xwendevanên Ukraynî li wir perwerdehîya xwe didomînin.
Biden wê roja Yekşemê biçe Kosice, Slovakya; da ku serdana navendeke penaberan ya bajêr û dibistaneke giştî bike ku xwendekarên penaberên Ukraynî jî li wir hatine bi cîh kirin.
Biden li wir wê bi dayik û zarokên Ukraynî û Slovakî re deam xwe derbaz bike û hevdem beşdarî çalakî yên Roja Dayikan bibe.
Piştre, Xanima Yekê wê biçe pêş derîyê sînor yê Slovakya û Ukrayna ya li herema Vysne Nemecke.
Qesra Sipî red kir ku agahî bide ka wê Biden sînor derbaz bike û bikeve nava Ukrayna yan na.
Xanima Yekê wê herwiha serdana dêrekî piçûk ya Katolîk ya Yunanî ya li Vysne Nemecke bike,ya ku ji penaberan re xizmet dike.
Berîya ku Biden vegere Washington, ewê roja Duşemê bi Seroka Slovakya Zuzana Caputova re hevdîtineke pêk bîne; ya ku seroka yêkê ya wî welatî ye.
Jill Biden herwiha wê di çar rojên xwe yên li Ewrupa de, mijarên wek piştgirîkirina hêzên Amerîkî, perwerde, xweşhalî bextîyarîya zarokan jrî destnrîşan bike.
Xanim Biden di destpêka wê hefteyê de jî gotib û ku ew dixwaze ku penaber zanibin ku berxwedana wan sirûştê dide wê bixwe.
Koşka Sipî ragihand ku Xanima Yekê wê di serdanê de bi xebatkarên alîkarîyên mirovî, mamoste, karbidestên hikûmetê û karmendên balyozxaneya Amerîkî re jî bicive.
Xanima Yekê Jill Biden ev cara duyê ye ku têne derdikeve rewîtîya derveyî Amerîka.
Ew sala borî çû Tokyo da ku di mereasîma bo vekirina Lîstikên Olîmpîyatê de, nûnertîya Amerîka bike.